Li Îranê tenê têlek porê jinan bixweyê suce!
16:29
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî zagonên nû li Îranê derketîn tenê têlek porê jinan jî bixweyê suce.
Komisyona çand û hiquqê ya parlamentoya Îranê biryarek balkêş derbarê jinên ku porê wan liderve ye, erê kir. Li gorî komisyona çandî û hiqûqî ya parlamentoya Îranê nabe jin di nava wesayîtên xwe de servekirî bin. Li gor qanûna ku di parlamentoyê de hat erêkirin, jinên porê xwe nepêçin wê bi 100 hezar tûmen perê Îranê werin cezakirin. Herwiha ligor wê madeyê wê bi qasî 72 seatan dest li ser wesayîta wan were danîn. Ji aliyê din ve jinên ku porê wan li derve be û serê xwe baş nepçabin, meaşê wan yê kar tê kêmkirin.
Mudaxileya di şêwazê lixwekirina jinan li Îranê di bin navê ola şerîetê de tê kirin û li gor wê ceaza tê dayîn. Zextên polîsên Îranê di van demên dawî de herku diçe li ser hemwelatiyên ku li gor wan cilên derveyî qanûn lixwe kirine, zêdetir bûye. Ji bo vê jî her roja projebiryarek diçe meclîsê û tê erê kirin.
(zt)