Li Başurê Afrika bi hezaran jin daketin kolanan
15:17
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran jin li Başurê Afrika bi boneya Roja Navnetewiya Jinan ku di 9'ê Tebaxa sala 1956'an de dema jin daketin kolanan hatibû îlankirin daketin kolanan.
Li Başurê Afrika jinan di salvegera 9'ê Tebaxê roja ku ku 20 hezar jin li hember nijadperestiya hikumetê meş kirîn ku wê rojê weke "Roja Navnetewiya Jinan" dinasin çalakiyên cihê reng kirin. Meşa bi pêşengiya jinên weke Lilian Ngoyi, Helen Joseph, Rahima Moosa ve Sophia Williams hatî li darxistin ji bo ku li cihekê welatiyên reşik derbas bibin çalakiya runiştinê dan despêkirin. Ji sala 1994'an heya niha li Başurê Afrika roja 9'ê Tebaxê weke Roja Jinan tê pîroz kirin.
Duh li bajarê Cape Town jinan bi navê "Jin Meşa Mirovahiyê" dikin li bajarê Sasolburg jî ji bo Kongreya Navnetwiya Afrika (ANC) ê jinan pîtik lêdan û meş kirin. Li aliyê dinê jî li Free State yê bi wesîleya pîrozbahiyên Roja Jinan Serok Jacob Zuma li Başurê Afrika rapora despêkê ya statuya ekonomiyê ji bo jinan aşkira kir.
(cm/zt)