Li Afganîstanê bîlançoya şer ya 6 mehan 164 jin hatin qetilkirin

12:24

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên Mîsyona Alîkariya Afganîstanê ya Netewên Yekbuyî (NY) şerê ku li welat tê meşandin di encama 6 mehên sala 2015'an de 164 jinan jiyana xwe ji dest dane.

Mîsyona Alîkariya Afganîstanê ya Netewên Yekbuyî (NY) ê bîlançoya 6 mehên şerê sala 2015'an eşkere kir. Li gorî vê yekê bîlançoya şerê 6 mehan 164 jin di encama şer de hatine kuştin, 395 jin jî birîndar bune. Li gorî sala 2014'an jî ev yek ji sedî 23'ê zêde bûye. Di heman demê de 320 zarok hatine kuştin, 950 zarok birindar bune. Mirinên zarokan jî sedî 13'ê zêde bune.

Li gorî NY'ê mirinê mirovên sivîl yên di şer de li gorî encamên sala borî her diçe zêde dibe.

(pk)