Li hember şîdeta çeteyan 'Artêşa Dayîkan' ket tevgerê
14:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Şîkago a DYA' yê li hember şîdeta çeteyên hişbir bi armanca parastina cewherî jinan 'Artêşa Dayîkan' avakir û li taxan derdikevin dewriye yê.
Li bajarê Şîkago ya DYA'yê çeteyên şîdetê ya hişbir tenê di sala 2014'an de 500 êrîşên çekdarî pêkanîn. Di êrîşa çekdarî de herî zêde zarok û ciwanên reşik tên kuştin. Li hember vê yekê sazî û polîsên dewletê tu gav navêje ku şîdeta heyî bide rawestandin. Jinên ku li hember ne hişyarbûna polîsan bertek nîşan dabûn, di Hezîrana borî de ji bo pêşî li mirina zarok û ciwanan bê girtin û hişmendiya parastina cewherî pêşbixin komek bi navê 'Li Hember Qetilamên bê wate Dayîk' hat avakirin. Komê ku bi navê 'Artêşa Dayîkan' tên nasîn, jinan di nava taxên ku şîdet lê pêk tên nobetê digrin û wek dewriye li kolanan digerin. Endama Artêşa Dayîkan a ku bi tîşortên xwe ya pembe balê dikêşîne diyar kir ku piştî ew li taxa Englewod derketine dewriyê şûnve bûyerên şîdetê kêm bûne.
Çawan hat avakirin?
Di Hezîrana borî de li taxa Englewod ji aliyê mêrek ku nasnemeya wî ne diyar ve gule barand ser sê jinên ku di kolanê de dimeşiyan û di encamê de jina bi navê Lucille Barnes a 34 salî jiyanê xwe ji dest da. Li ser vê buyerê aktîvîsta bi navê Tamar Manasseh dest bi xebata rêxistinkirina koma 'Artêşa Dayîkan' kir. Tamar bi nukteyek anî ziman ku dayîk bi çavên xwe ya darêzger dikare pêşî li şideta mêr bigre û got: "Helwesta dayîk ya avekar û evînî her dem heye. Karên herî baş ya ku dayîk dikin xwe tevî her tiştî dikine. Mudexeleya me ji vî karî re di warê pozîtîf de pêşî li şîdetê girtine."
Artêşa Dayîkan ne tenê ji bo parastina cewherî di heman demê de, alîkariyê dide malbatên ku zarokên xwe winda kirine.
(rc)