Nîjadperestan li Filîstînê malekî şewitandin
17:14
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Filistînê ji ber agirê ku hin kesan bi malekê xistin zarokekî jiyana xwe ji dest da, bav û birarê wî jî birîndar bûne.
Hêzên ewlekariyê yên Filistînê ji saziyên çapemeniyê re diyar kirin ku şevê din li herêma Difa Xerbî ya Filistînê agir bi malekê ket û di encamê de zarokekî temenê wî salek û nîv jiyana xwe ji dest da û bav û birayê wî birîndar bûn.
Endamên hêzên ewlekariyê destnîşan kirin ku 4 welatiyên Îsraîlê ku ji aliyê Îsraîlê ve li herêmê hatin bi cih kirin agir berdan mala welatiyê Filstînî û diruşmên faşîzan li ser dîwar nivîsandibûn.
Têkildarî mijarê Ajansa Nûçeyan a Filistînê Wefa diyar kir ku zarokê bi navê Elî Seed Dewabşe ji ber agir jiyana xwe ji dest dan û bavê wî û birayê wî yê 4 salî birîndar bûne û rewşa wan girane.
(ch)