Li Efganîstanê jinên mexdûrê şer in tax ava kirin

15:32

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Efganîstanê jinên ku di şer de hevserê xwe winde kirine li hember pêkûtiyên civakê ji bo jiyanek nû taxek ava kirin.

Jinên Efganîstanê ya bi salane şer lê didome dema hevserê xwe winda dikin rastî pêkûtiyên civakê tên. Jinên ku di şer de hevserê xwe winda kirine li hember van pêkûtiyên ku tê kirin bisekinin û ji bo jiyanek nû hatin ba hev û taxek ji nû ve ava kirin. Li gor nûçeya Radio Free Europe li paytexta Kabîl a Efganîstanê taxa ku wek ' Gira jinên bî ' tê zanîn ji jinên ku di şer de an bi awayek din hevserê xwe winda kiribin û li hember zordestiya civakê ya ji bo zewaca dûyemîn bisekinin li vir bi cîh dibin. Jinan vê taxê bi destê xwe ava kirine û heta niha pir caran rastî êrîşên polîsan û ruxandina malan hatine.

'Em nahêlin hilweşînin'

Bibi Shaqand a 40 salî 10 sal berê dema hevserê wê di teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest daye li taxê bi cîh bûye. Bîbî tuxleyên ku bi desta çêdike li bazara Kabîlê difroşe anî ziman ku taxa ku lê ne bi zehmetiyên mezin çêkirine û got: '' Em ji ber kişandina herî û avê ya ser gir nexweş ketin, lê ji ber ku
Zarokên me bisitirin me bi destên xwe xaniyan lê kir. Lewre bi şev kûçikên hov li derdora me diçûn û dihatin û em ditirsiyan ku zarokên me bibin. Em li erdê radizan. '' Bîbî da zanîn ku hikûmet dixwaze malên wan hilweşîne lê ew tû carî destûr nadin vê yekê.

Em li vir têkoşîna jiyanê didin

Jina bi navê Rayes Gul a 23 salî hevserê xwe di êrîşa roketekê de winda kiriye ew jî di taxa jinan de dijî. Rayes diyar kir ku dema hevserê xwe winda kiriye demek dirêj bê xanî maye û rastî zordariya zewacê hatiye, ji ber wê li taxê ji xwe re xanî ava kiriye. Rayes axaftina xwe wiha domand: '' Tiştek me yê xwarinê tûne. Em li vir têkoşîna jiyanê didin ku bêalîkarî bi derfetên xwe bikaribin bijîn. Hikûmet dêleva alîkariyê hewldide ku xaniyên me hilweşînin lê cihekî din ya em lê bimînin tûne ye û em neçar tên hîştin.''

(ch)