Li İrlandayê 3 jinên ku mafê kurtajê xwestin hatin binçavkirin

11:56

JINHA

NAVENDA NUÇEYAN - Li paytexta Dublîn ya Îrlandayê ji ber çalakiya mafê kurtajê 3 jin hatin binçavkirin.

Li gor anketa Rojnama Irish Times a meha Pûşberê hate diyar kirin ku ji nifûsa Îrlandayê ji sedî 75 dixwazin ku kurtaj bibe mafê zagonî. Lê disa jî lî Îrlandayê heta jiyana jina nekeve asta xeterebûyinê kurtaj qedexeye. Her sal jinên dewlemend ji bo kurtaj bibin diçin welatên din lê jinên xizan ji neçarî diwelidin. Gelek jin bi avayekî der zagonî ji welatên din dermanên kurtajê dixwazin. Gelek jin jî rîskên mezin didin ber çavên xwe û jiyana xwe jî dikin xetereyê.

Li Belfastê sala borî jinekî ya ji bo keça xwe li ser malperê derman xwestibû hate darizandin. Roja darizandinê li paytexta Dublinê li ber postaxaneya navendê gelek rêxistinên jinan bi dirûşmên "Em mafê kurtajê dixwazin" çalakî li darxistin. Di çalakiyê de 3 jinên ku mafê kurtajê dixwestin hatin binçavkirin.

(pk/ch)