KurdisCat: Armanca ciwanên SGDF'ê armanca me ye

16:16

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî komkûjiya Pirsûsê li Ewrûpa jî protestoyên şermezarkirinê mezin dibe û bangawaziyên piştgiriya Şoreşa Rojava tê kirin.

Duh lî Îspanyayê paytexta Barselona ya Katalonyayê bi sedan kes komkûjiya Pirsûsê li ber Konsolosxaneya Tirkiyê şermezar kirin. Roja înî jî li bendê ne ku çalakiyek hê mezin were li dar xistin.

Rêxistina KurdisCat a di navbera gelên Katalan û û Kûrdîstanê de rêxistina piştevaniyê dikin daxuyanî dan û wiha gotin: '' Armanca ciwanên SGDF'ê armanca me ye. Ev jî piştevaniya Kobanê ye. Ev bajar ne tenê ji Kurdan ji bo hemû mirovahiyê bû sembol.'' Dî daxuyaniyê de komkûjiyên Amed û Kobanê hate bi bîr xistin û hat destnîşan kirin ku Tirkiye û hin dewletên Ewrûpa çavên xwe ji van komkujiyan re digrin.

Lî paytexta Helsînkî ya Fînlandiya jî rêxistina Kolektîfa Ji bo Rojava Yekitî (Yhdessä Rojavan puolesta-kollektiivi) û PJAK dê îşev çalakî li dar bixin. Kolektîf ji bo çalakiyê bangawazî kir û wiha axivî: '' Şoreşa Rojava li Bakûrê Ewrûpa ji bo jiyanek nû, wekhev û adîl bû hêvî. DAÎŞ çiqas şerê qirêj bimeşîne divê em jî hewqas piştgirî û alîkariya xwe hewqas bilind bikin''

(ch)