Li Hindistanê jinên mexdurê asîtê kafê vekirin
14:40
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN- Li Hindistanê ji bo jinên ku rastî erîşa mêran a bi asit hatine kafe hate vekirin. Kafe ya ji aliyê jineke rastî erîşa asitê hatiye, hate vekirin bi navê 'Kafeya Qehramanên Jin' tê zanîn û hemû xebatkarên kafeyê jî jî jinên mexdurên asîtê ne.
Li gorî istatikên fermî di sala 2014'an de li Hindistanê 308 jin rastî erîşa mera ya bi asitê hatiye. Armanca erîşên bi asit jî ew e ku jin nikaribin têkevin nava civakê. Jinên ku rastî erîşa asitê tên rû û bedena wan mirovan de rêça şewitandinê dimine û ev jî dibe sedema dûrxistina ji nava civakê. Ew jinên ku ji aliyê civakê ve nayên qebûl kirin jî heta mirinê nikarin têkevin nava civakê. Li hember vê li bajarê Agra ya Hîndîstanê bi helmeta asidê bidin sekinandin cihek wek Cafe Sheroes (Kafeya Qehramanên Jin) hate vekirin. Armanca ve kafeyê ji bo tenêbûna jinan ji holê rakirine ku tenê jjinên rastî erîşa asitê hatine tên kafeyê.
Tenê ne kafe ye
Ragihandina Al Jazeera English kesên ku di kafeyê de kar dike û muşteriyê kafê re axivi. Di kafê de xeynî qehwe, çay qursên stûdyoya radyo ,kompîtûr û hunerên destan tên dayîn. Cafe Sheroes, him jinên ku rastî erişa hatine aliyê aborî de xweseriya jinan ava dike hem jî civakê ji pêşdaraziyê vala der dixe. Jina bi navê Rupa ya cilên hunera desta çêdike û dirûnê dike anî ziman ku berê dixwest biba sêwiran (tasarimci) lê piştî rastî êrîşê hatiye vê dawxaza xw taloq kiriye . Ruba wiha axivî: '' Min berê rûyê xwe bi desmalan digirt lê êdî niha ez rûyê xwe nagrim" Rupa niha yekemîn koleksiyona xwe ya hunera destan çêkir û di kafeyê de van dide nişandan.
'Em berpisyarên birînên jinan in'
Endamê helmeta erîşên asitê bidin sekinandan Ashish Shukla wiha axivî: " Em wekî civakê berpisyarên birînên jinan in. Ji ber ve yekê jî divê em birînên van jinan baş bikin ku jin disa karibin tekevin nava civakê. Di vê civakê de xweseriya wan jinan pir girîng e.''
(pk/ch)