Stêrnasên jin wêneya Plûtonê kişandin

16:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Koma yekemîn amûra fezayê a ji Plûtonê derbas bû New Horizons ji sedî 25 jin e. Stêrnasên jin bi vî awayî wêneya gerstêrka herî dûr kişandin û wiha axivîn: '' Em ne wekhevin lê carna cudahî tê jiyandin'

Daîreya Feza û Hewayê ya Amerîkayê (NASA) sêşemiya derbasbûyî de amûra fezayê ya New Horizons (bergeha nû) hilpekand gerstêrka Plûtonê. Di cîhanê hejmara stêrnasên jin a profesyonel tenê ji sedî 13,6 e, lê di koma New Horîzons de ji 200 xebatkaran ji sedî 25 jin in. Mîsyona New Horizons a 10 sale xebatên xwe berdewam dikin, di dîroka NASA'yê de ji alî hejmara jinan de bû yekemîn. Ji Alice Bowman a gerînendeyê tevgera mîsyonê ye bigrin heta kesên dîzayna ensrûmanan dikin, ji astrofîzîkçîyê ku mîsyonê pêk anîne û gelek stêrnasên din jin in.

Mîsyona ku herî nêzi Plûtonê bûye

New Horizons bi mîsyona ku ji amûrên fezayê herî nêzî gerstêrka Plûtonê bûye, taybetmendiya wî heye. Plûton berê wek gerstêrkek dihat qebul kirin lê niha hate dîtîn ku erdzaniyek çalak e û wek çiya lê xuya dike xwedî erdzaniyek nû ye. Di wêneyan de çiyayên ku bi qeşem hatiye rugirtî tê dîtin û her wiha wek berfê, gazên tîrbûyî ya ji esman tê xwarê xuya dike.

'Bi jinan re xebat meşandin pir xweş e'

Stêrnas Kimberly Ennico ya di mîsyonê de dixebite anî ziman ku hejmara jinan ne bes e lê dîsa jî ji ber ku hejmara herî zêde ya heta niha hatiye dîtîn e kêfxweş in. Kîmberly wiha berdewam kir: '' Em ne wekhevin, mixabin em negihîştin wê astê. Li gor min dema em bandora pêwistiya mêran ji ser xwe bavêjin em ê serkeftî bibin'' Kîmberly bal kişand ser jiyandinên xwe yên berî û da zanîn ku gelek caran rastî newekheviyan dihat û got: '' Berê pir caran kesên ku min wek sekreter didîtin hebûn û ji min dixwestin ku ez ji bo wan nîşeyan bigrim. Ez ji van nêzîkatiyan gelek aciz dibûm. Ev ji bo min mîsyona çaremîn e, lê ji alî herî zêde jin di vê mîsyonê de cîh girtin yekemîn e. Dema em di jurekî de jinek an du jin ba ne ez pir aciz dibûm lê niha zêdebûna jinan û bi wan re xebat meşandinê pir xweş e.''

Kimberly, wêneyên ku daneyên girîng derxist holê nîrxand û wiha axivî: '' ji her xalek biçûk, em cîhanek erdzaniyê dibînin. Ev pir bi bandor e. ''

(ch)