Meral Çiçek: İdia Jineoloji ya gerdunîbûyinê heye

14:48

JINHA

BARSELONA - Di konferansa lêkolînên jinan a li Barcelona de, zanistiya jinê Jineolojî ya ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ve hat afirandin, hat vegotin. Nûnera REPAK'ê Meral Çiçek pêşkêşiya konferansa jineolojiyê kir û got: "Her çend di rewşa heyî de Jineolojî bi pêşengiya jinên Kurd bi pêş ve diçe jî, xwedî wê îdîayê ye ku gerdûnî bibe."

Li paytexta Herêma Xweser a Katalonya Barcelonayê, bi serenavê "Di navbera çalakî û lêkolînê de diyalogên femînîst" konferansek hat lidarxistin û Jineolojî jî lê hat nirxandin. Konferansa ku cara sêyemîne ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Zayendiya Civakî û Jinê ya Zanîngeha Polîteknîk a Katalonyayê ve tê organîzekirin, ji ekonomiya femînîst heta şêweyên şîdetê, ji ekolojiyê heta polîtîkayê gelek lêkolînên cuda yên jinan dinirxîne. Konferansa ku pêr êvarê destpê kir, wê ber êvarê biqede.

'Têkoşîna azadiyê ya ji dîrokê qetandî bi sernakeve'

Di roja destpêkê ya konferansa ji gelek panelan de femînîsta Îtalî Sîlvîa Federîcî bi serenavê "Ji bo avakirina pêşerojê, ji nû ve avakirina bîra dîrokî: şiverêyên lêkolîna femînîst û hilberîna civakî" axaftinek kir. Sîlvîa bal kişand ser girîngiya dîrokê ji bo jinê û destnîşan kir ku lekolînên femînîst neçarin di nava dîsîplînan de be û dîrokê vehewînin. Sîlvîa anî ziman ku divê di navbera tevgerên jinê û nifşan de tevnên têkiliyê werin danîn û got, "Ji bo têkoşînên di roja îro de ji aliyê jinan ve tên dayîn, bîra dîrokî gelekî girîng e. Ji ber ku bîra dîrokê çavkaniyeke mezin û xurt e.Têkoşîna azadiyê ya ji dîrokê qut, şansê wê yê serketinê nîne."

'Jineolojî bi pêşengtiya jinên Kurd pêş dikeve'

Di rûniştina duh êvarê ya konfearnsê de ji Navenda Têkiliyên Jinên Kurd a navenda wê li Hewlêrê ye REPAK Meral Çîçek pêşkêşiyek kir. Pêşkêşiya bi serenavê "Şoreşa jinên Kurd a di zanistiyê de: Weke paradîgmaya nû Jineolojî" rastî eleqeyeke mezin hat. Meral, Jineolojî di çarçoveya rexneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser zanistên civakî û li gorî têgehên tevgera jinê Kurd afirandiye, vegot. Nûnera REPAK'ê têkiliya Jineolojî bi şoreşa jinê ya sedsala 21'an re danî û got, "Her çend di rewşa heyî de Jineolojî bi pêşengiya jinên Kurd bi pêş ve diçe jî, xwedî wê îdîayê ye ku gerdûnî bibe. Ji ber vê yekê girîng e jinên cîhanê bi reng, ezmûn, perspektîf, dil û mejiyê xwe tevlî pêvajoya avabûn û pêşvebirina Jineolojiyê bikin."

Konferansa ku îro jî dewam dike wê piştî civîna encamê ya danê êvarê, bi pêşkêşiya Hîndekarê Zanîngeha George Washîngton a li DYA Prof. Robert McRuer a bi serenavê "Teoriya Crîp: Zayendîtî, Astendarî, Qûeer û Globalbûyîn" biqede.

(zt/ch)