Jinên 80 salî koma xwe ya mûzikê ava kirin
12:53
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Japonya komek jinên 80 salî li ciwanan meydanê dixwînin û diyar dikin ku ciwaniya ruh ji her tiştî girîngtir e. Jinên Japon ya temenên wan di navbera 80 salî de ye komek pop mûzîkê ya bi navê KGB84 avakirin û albûma xwe ya destpêkê derxistin.
Li gelek deverên cîhanê ciwan îmaja xwe bi pop mûzîkê diyar dikin. Lê li Japonyayê 33 jinên pîr ên 80 salî vê nêrînê guherand û koma xwe ya Pop Muzîkê ya bi navê KGB84 derxistin. Elbûma jinan eleqeyek mezin dît û bilêtên wan ya tûr a konseran ji niha ve bi dawî bûye.
Jinên ku ji Nîvgirava Okinawa ya ku wek devera herî bi tendûrist tê zanîn, kincên herêmi yên Okinawa li xwe dikin. Jinên pîr muzîkên geleriyên Okinawa bi muzîkên modern ya popê ve sentez dikin û di stranên xwe de herî zêde xwezaya bedew a Okinawa didin nîşandan.
(cm/zt/ch)