Li Afganistanê ji bo dadgera 24 salan astengiya 'regl' ê!

12:36

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Anisa Rasuli ya ku 24 salin li Afganistanê dadgere, serlêdana wê ya ji bo Dadgeha Temyizê ji aliyê parlementoyê ve hat red kirin. Serlêdana Anisa bi hincetên weke 'Di dema reglê de qedexeya jinek dest bide Quranê' nehat pejirandin.

Di dîroka Afganistanê de cara yekem jinek bû berendama Dadgeha Temyizê. Anisa Rasuli ya 47 salî ku 24 salin dadgeriyê dike berendambûna wê ji aliyê parlementoyê ve nehat pejirandin. Piştî Anisa li Zanîngeha Kabilê ji beşa Hiquqê mezûn bûye di temenê 23 saliyê de bûye dadger. Di van sê salên dawî de bû Seroka Komela Jinên Dadgerên Afgan. Anisa diyar kir ku divê di dadgehê de jin hebe û axaftina xwe wiha domand: "Gelek jin ji bo di Dadgeha Temyizê de mafê xwe biparêzin tên. Ji bo ku jin li gel jinan baştir xwe bi rehetî tînin ziman divê ez li wê bim."

Beriya çend mehan Parlementerê Afganistanê Qazi Nazir Hanafi bi gotinên weke: "Di dema regl bûnê de dest dana jinan ya Quranê qedexeye. Her roj dadger destê xwe didin Quranê." Li hember namzetbûna Anisa ya Dadgeha Temyizê kampanya daye destpêkirin. Dema ku hate fêmkirin ku di kampanyayê de wê Anisa bi serkeve vê carê li gorî dengên parlementoyê hilbijartin hate kirin û namzetbûna Anîsa red kirin. Anisa girêdayî bûyerê anî ziman ku serokê parlementoyê dixwaze jinek din bibe namzet ji ber wê namzetiya wê nayê pejirandin.''

(cm/zt/ch)