Li Barselonayê panela 'Konfederalîzma Rojava û Demokratik' hat lidarxistin
12:27
JINHA
BARSELONA - Bi pêşengtiya Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya Katalonyayê û Navenda Ereban ya Ewrupayê li Barselonayê panela bi mijara 'Konfederalizma Rojava û Demokratik' hat lidarxistin.
Li Paytexta Herêma Katalonya ya Barselona ya Îspanyayê Komiteya Piştevaniya Katalonya li gel Kurdistanê û Navenda Ereban ya Ewrupayê panela bi mijara 'Konfederalizma Rojava û Demokratik' hat lidarxistin. Di beşa despêkê ya panelê de qirkirina çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê pêkanî hat şermezarkirin. Li ser dîmenên serketina Girê Spî û rewşa Rojava dida nîşandan nirxandin hatin kirin. Di panelê de ser rewşa gelê Kurd ya di Surî û Rojhilata Navîn de bûye kilîd hate nîrxandin. Her wiha li ser rewşa Jeo-staratejik ya Rojava jî hate sekinandin û hate diyarkirin ku li gel bi sedan sale gelê Kurd di bin tûndî, pişaftin, înkar û îmhayê de jiyan kirine jî li gel tû gelan hestên dijminiyê çênekirine, li Rojava bi hişmendiyek demokratîk pergala pir çandî, pir zimanî û pir bawerî dixin meriyetê.
Di beşa duyem a panelê de "Konferderalîzma Demokratîk" hat nîqaşkirin. Di panelê de hat destnîşan kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan felsefa jiyana nû ji bo gelên Rojhilata Navîn derxistiye holê û di nava wê felsefê de hemû gelan re ji bo bi heman hişmendî û ferasetê bikaribin bi hev re bijîn projeyên wek feminizim, kooperatifçilik, sosyo-ekonomik derxistiye pêş.
'Armanca me zêdekirina şêwirmendiyê ye'
Di dawiyê de KurdisCat - Comitè Català de Solidaritat amb el Kurdistan (Komiteya Piştevaniya Kurdistanê ya Katalonyayê ) û El Centro Euro Árabe de Cataluña (Navenda Ereban ya Ewrupayê - Katalonya) yên ku organîzeya panelê kirin spasiya beşdarvanan kirin û diyar kirin ku armanca panel û organizasyonên wiha zêdekirina piştevaniya gelan e.
(zt/ch)