Li Malawî seroka jin li hember zewaca zarokan serî rakir

12:09

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Malawi ya ku ji sedî 50 zarokên keç temenê wan di bin 18 saliyê de bi zorê tên zewicandin, seroka jin Inkosi Kachindamoto li hember vê serî rakir û li herêmê zewaca 330 zarokan betal kir.

Li gorî nûçeya Rojnama Nyasa Times ê li Malawi, ji sibatê heya niha zewaca zarokan hatiye qedexekirin û zewaca 330 zarokan hatiye asteng kirin. Seroka gelên Ngoni yên li Herêma Dedza yê dijîn Inkosi Kachindamoto li gundên di bin bandora xwe de zewaca 300 zarokan betal kir. Inkosi li gundên ku zewaca zarokan lê çêdibe kijan e û berpirsên gund ji peywirê digre. Hate zanîn ku heya zewaca zarokan bi dawî dibe dê ev rêbaz berdewam bike.

Inkosi wiha axivî: " Em destur nadin zewaca zarokan ku heta niha 175 zarokên keç û 155 zarokên lawik bi giştî zewaca 330 zarok hate asteng kirin. Min xwest zarok vegerin dibistanên xwe ku piştî astengkirina zewacan ev pêk hat. Em li hemberî zewaca di temenê biçuk de ne, divê zarok vegerin dibistanên xwe. Ji bo gelên li herêmê dijîn zagonên me diyar in, dê êdî tû mijar bêdaraz nemîne."

(cm/zt/ch)