Li Berlinê çalakiya jinan ya ji bo dadê didome
15:50
JINHA
BERLIN - Ji bo 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiyên daxwaza dadê didomin.
Li paytexta Berlînê ya Elmanya, li ber Konsolosxaneya Fransa ya li Qada Brandenburger Tor a dîrokî çalakiya edaletê berdewam dike. Di çalakiyê de ji bo sê jinên şoreşger Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin daxwaza edaletê hat kirin. Meclîsa Jinan a Berlînê DESTDAN, pêşengî ji çalakiyê re kir. Di çalakiyê de pankartên, "Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne" û "Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" hatin vekirin.
Di çalakiyê de belavokên Elmanî, Îngîlîzî û Fransî hatin belavkirin.
(zt/ch)