Li Hindistanê 5 mêr, li jineki dan
15:40
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kaşmîrê 5 mêr, jinek ji motorskiletekê daxistin xwarê û wê lê dan. Piştî buyerê ji 5 kesan 3 kes hatin girtin.
Li navçeya Udhampur ya Herêma Kaşmîra Hindistanê, yek jê leşker 5 mêr jinek ji motorskiletê daxistin xwarê û wê derb kirin. Mêran jin ji motoskiletê daxistin û ew acizkirin, paşê dema ku jinê li ber xwe da di nava kolanê de ew tazî kirin û gerandin. Jina ku rastî êrîşê hat dema buyer pêk hat bi telefona xwe dîmenên êrîşkar kişand û dîmen dema derbazî çapemeniyê kir û girêdayî mijarê serlêdan kir di derbarê bûyerê de sê mêr hatin girtin.
(cm/zt/ch)