Li Afganistanê li hember zarokên keç êrîşa asîtê
11:34
Tîrmeh
7
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Sê zarokên keç ên ku li bajarê Herat yê Afganistanê diçun dibistanê rastî êrîşa asîtê hatin.
Li gorî nûçeya CNN ê sê zarokên keç ên temenê wan di navbera 16 û 18 salî de ne, dema li bajarê Heratê diçun dibistanê rastî êrîşa mêran hatin û mêrek ya li ser motorsikiletê ji bo ku keç diçin dibistanê ceza bide wan asît ser çavê wan de kir. Sê xwendekarên ku rakirin Nexweşxana Nûr, hate ragihandin ku rewşa du xwendekaran giran e.
(cm/zt/ch)