Jinan ji bo Ferhunde daxwaza dadê kirin

10:46

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan hemberî biryara xirakirina doza qatîlên Ferhunde Malikzade ya ku li Afganistanê hatibû qetilkirin pirotesto kirin û li cihê ku Ferhunde lê hatibû qetilkirin çalakî li dar xistin.

Di meha Adarê de li bajarê Kabil a Afganistanê Ferhunde Malikzade ji aliyê komek mêr ve bi lîncê hate qetilkirin. Ji bo çar mêrên kujer ya di qeilkirina Ferhunde de cîh girtibûn, pêşî cezayê îdamê hat dayîn lê paşê cezayê wan hat xira kirin. Çar mêrên ku li ber Mizgefta Şah Do Şemşire yê Ferhunde qetilkirîn cezayê darvekirinê girtibûn, paşê bi awayek dizî cezayê wan hat xira kirin û vegerandin 20 salan. Jinan bertek nîşanî biriyara dadgehê dan. Duh jinên ku li ber Mizgefta Şah Do Şermşire yê bûyera Ferhunde protesto kirin dirûşmên wek "Em dadê dixwazin" bilind kirin. Di çalakiyê de Malalai Joya daxuyanî xwend û diyar kir ku kêmkirina cezayê qatîlan rê li ber berdana wan vedike.

(cm/zt/ch)