Gelê Yunanistanê ji referandomê re gotin na
10:29
Tîrmeh
6
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di referandomê de gelê Yunanistanê ji sedî 60 dengê 'na' bikar anîn.
Piştî ku gelê Yunanîstanê di referandomê de dengê 'na' bi kar anî, Serokwezîrê berê Antonîs Samaras ê weke nûnerê polîtîkayên YE û IMF'ê dixebitî, îstifa kir. Lîderê Partiya Demokrasiya Nû Samaras ji gel xwestibû di referandomê de dengê 'erê' bi kar bîne. Samaras di dema serokwezaretiya xwe de berpirsyariyên giran dabû ser milê gelê Yunanîstanê û 'planên rizgarkirinê' qebûl kiribû. Li gel wê jî gelê Yunanistanê ji sedî 60 dengê 'na' bikar anîn.
(zt)