Leşkerên Fransiz hatin berdan
15:15
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Îfadeya du leşkerên Fransiz ya bi sûcdariya tacîza li hember zarokên keç dihatin sûcdarkirin hate girtin. Hat diyarkirin ku piştî îfadeyan leşker hatine berdan.
Li gor nûçeyên medyaya Fransayê, du leşkerên li paytexta Burkîna Faso, Ouagadougou wezîfedar ên li hember zarokan tacîz pêk anîne ji bo lêpirsînê hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna ya li paytexta Parîsê her du leşker hatin berdan. Hat ragihandin ku ji leşkerên bersûc bi sedema li hember zarokan tacîza cinsî hatine sûcdarkirin, der heqê yê din de ti sûcdarî nehatiye kirin. Skandala tacîzê ya her du leşker tevlî bûne hefteyek berê pêk hatiye. Tacîza li hember 2 zarokên keç ên 3-5 salî ku di oteleke li Ouagadougou radestî wan hatin kirin dengvedaneke mezin kiribû.
(zt/ch)