Zanyara navdar Ameenah, bû serokomara welatê xwe

14:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Zanyara di cîhanê de tê naskirin û li welatê Mauritius yê Afrikayê cara yekem dibe serokomar Ameenah Gurib-Fakim dest bi xebatên xwe kir.

Biyologa di gelek navendên zanînê de xelat girtiye Ameenah Gurib-Fakim a 56 salî weke serokomara jin ya yekem li welatê xwe dest bi kar kir. Ameenah di aliyê derman û sudên ji giyayên herêma xwe digire di cîhanê de tê nasîn.

Yekem profesora Zanîngeha Mauritiusê Ameenah nivîskara 28 pirtûkên şaxên zanistiyê ye. Ameenah li Zanîngehên Sorbonne û Başurê Afrika yê xelatên rumetê yên şaxên zanînê û taybetî jî zanînên jinan ên weke L'Oréal-UNESCO û hikumeta Fransa jî xelata herî mezin a zanînê ya bi navê "Chevalier de l'Ordre des Palmes Académiques" daye. Di sala 2015'an de hempîşeyên Ameenah yê nû gelek tiştên di zanînê de zêdekirî hînbûn û navê wê lêkirin.

Li gorî zagonên Maurisiusê serokomar ji alî meclisê ve tê hilbijartin. Welatê Mauritius yê dikeve Başurê Rojavayê Afrika xwediyê civakek gelek bi çand e. Ameenah jî ji misilmanên Mauritius ê ye.

(cm/zt/