Li Îspanyayê kongreya feministan a aboriyê dest pê kir
13:48
JINHA
NAVENDA NÛÇAYAN - 5'emîn Kongreya Aborî ya Navnetewî ya Femistan li Îspanyayê dest pê kir. Axaftina vekirina kongreyê ji aliyê teorîst a marksist û feministan a di cîhanê de tê nasîn Silvia Federici ve hat kirin.
5'emîn Kongreya Navnetewî ya Feministan a Aboriyê li Zanîngeha Vic ya bajaroka Vic ya Barselonayê dest pê kir. Kongre dê 2-3 rojan berdewam bike. Axaftina vekirinê ji aliyê teorîsta marksist û feminist û di heman demê de nivîskara pirtuka "Caliban û Cadi" Silvia Federici ve hat kirin. Li salona kongreyê de pankartên bi sernivîsên li dijî kapitalîzmê û pergala deshilatiya mêran hatin vekirin. Kongre bi xebatên atolyeyan ên wek aborî, kar, piyasa, keda nava malê, jin û bajarvanî û mijarên wek tevgerên civakiyên ji derveyî deshilatiya mêran berdewam dike. Her wiha jinên beşdarî kongreyê bûn li hember pêşnîyarên şidandina kemeran roja yekşemê li gel şêwirmendiya gelê Yunan re meşek li dar xistibûn.
(cm/zt/ch)