Şervanên YPJ'ê di çapemeniya Rûs de ne
10:23
JINHA
MOSKOWA- Malpera Rûsyayê Lenta.ru, nûçeya galeriyan, wêneyên ku mijara wê perwerdeya şervanên Yekîneyên Parastina Jinan a Rojava (YPJ) ye weşand.
Nûçeya bi îmzeya wênekêşa jin a Îranî, Niyuşa Takavulyan bi sernavê 'Ji bo wekhevî û neteweyê' hat weşandin, cih dide rojek perwerdeyê ya şervanên nû ya li akademiyan tê dayîn. Di nûçeyê de ji bo şervanên YPJ'ê wiha tê gotin: "Şervanên temenê wan di navbera 19-25'an de diguhere, yekane artêşbûna jinan a Sûriyeyê YPJ ye. Armanca wan parastina netewe û afirandina wekheviyê ye."
Di nûçeyê de şervanên YPJ'ê biryara tevlîbûna xwe vegotin û wiha axivîn:
Sozdar: Piştî beşdarî YPJ'ê bûm, min dît ku jinên Kurd dikarin çi bikin. Dijmin ji bo me tûne bike, her tiştî kir, lê bi ser neket. Her tiştê aîdî gelê me, me ji wan girt û hê jî em ê bigirin. Ez niha şervana YPJ'ê me, ez tenê xwe an malbata xwe naparêzim hemû gelê xwe diparêzim.
Faraşîn Mehrîva: Em ji bo azadiya hemû jinên cîhanê şer dikin. DAIŞ û yên wek wê, beriya her tiştî dijminê jinan e. Dixwazin me tûne bikin. Heta YPJ hebe em destûrê nadin vê.
Rokan Rojînda: Ez du caran birîndar bûm. Di birîndarbûna min ya dawî de min yekî DAIŞ'ê ji nêz ve dît. Ruyê wî dirêj bû, lingê wî tazî bû. Li ser eniya wî 'Allahu Ekber' dinivîsî. Çavên wî bi nefret mêze dikir. Bi alîkariya sê hevalên min, me ew kuşt. DAIŞ dijminê jinê ye. Divê dijminên jinan nejîn.
Sarya Zîlan: Her kes ji me dipirse 'jin çima di şer de ne?'. Yek bersivek vê heye. DAIŞ dixwaze gelê me tûne bike û hedefa wan ya destpêkê jin in. Em teqez destûrê nadin vê!
Torîn Kayregî: Ji bo wateya jiyanê bibînim beşdarî YPJ'ê bûm. Em li cîhanek ku mêr bi rê ve dibe de dijîn. Dema ez diçim şer, ez bê edaletiya li dijî jinê difikirim. Ez ji emanetê ku hevalên min ên şehîd dane, hêzê digirim û şer dikim.
Zîlan Orkeş: Ez li refên YPJ'ê azad im. Ez ji bo mafê hemû jinan û gelê xwe li vir im.
Di dawiya nûçeyê de hate gotin ku jinên li Rojava biryara ku li dijî DAIŞ'ê yekineyên parastina çekdarî ava bikin hewldane û ev fikr jî di demeke kurt de ji aliyê hezaran jinên ciwan ve ketiye meriyetê.
(ch)