Zeynep Kinaci li Moskowayê hat bi bîranîn

12:26

JINHA

MOSKOVA - Zeynep Kinaci (Zîlan) li Moskowayê bi civînekê hat bi bîranîn. Endama KJK'ê ya Moskowayê Gulan Roj di civînê de wiha axivî, "Di şexsê rêhevalên xwe Zîlan, Sema, Gulan, Bêrîtan, Sakîne, Fîdan û Leyla de em şehîdên xwe yên ku hişmendî, ruh û cîhana me afirandin û hêza têkoşînê didin me careke din bi mînetdarî û rêzdarî bibîr tînin. Ya wê bi ser bikeve, azadî ye."

Di civîna gel a li Mala Çandê ya li Moskowayê de nûnerên saziyên Kurdan û jinan amade bûn. Endama KJK'ê ya Moskowayê Gulan Roj piştî deqeyeke rêzgirtinê mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku jinên Kurd cesaret û fedekariyeke mezin a di tevgerên rizgariya neteweyî de mînakeke xwe nîne, nîşan dane. Jinên leheng ên li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dane, rûmet û çavkaniya jiyanê ya gelê Kurd in."

'Sala 2015'an sala ku tekoşîna jinan gihiştî zîrvê ye'

Gulan diyar kir ku Kinaci bi çalakiya xwe nîşanî her kesî daye ku jiyaneke watedar bi çi rengî ye û li dijî gefên li azadiyê tên xwarin divê helwesteke çawa were nîşandan û wiha berdewam kir: "Di serdema me de ku hunera siyasetê bi mejiyê baviksalarî hatiye hûnandin, bi pêşengiya jinên Kurd vegera siyasetê li cewhera xwe û asta bidestxistina nirxên polîtîk û exlaqî yên civakê roj bi roj şênber dibin. Pêşengiya jinên Kurd a di rêxistinbûyîn, huner, şer û siyasetê de, bandoreke mezin li civakê kiriye, bûye ruhê jiyana azad û çavkaniya îlhamê. Sala 2015'an di pêşengtiya tevgera jina azad de saleke bilindbûna berxwedana civakî ye...Ev asta ku gelê me û tevgera me xwe gihandiyê, bi hêsanî bi dest neketiye. Her destketî, her nirxên hatine afirandin bi fedakirina canên ciwan, pêk hatine. Şehîd Zîlan her kes hînî tiştekî kir. Ji hin kesan re fedekarî, ji hin kesan re biryardarî, ji hin kesan re jî pîvanên têkoşînê nîşan da. Lê belê ji bo jinên Kurd jî nasnameyeke nû afirand."

'Zîlan ji bo jinên Kurd nasnameyek nû afirand'

Gulan destnîşan kir ku gelê Kurd di azadî û rûmeta xwe de bi israr û biryardar e û got, "Ji ber vê yekê di şexsê rêhevalên xwe Zîlan, Sema, Gulan, Bêrîtan, Sakîne, Fîdan û Leyla de em şehîdên xwe yên ku hişmendî, ruh û cîhana me afirandin û hêza têkoşînê didin me careke din bi mînetdarî û rêzdarî bibîr tînin. Ê ku bi ser bikeve, azadî ye." Gulan êrîşa hov a çeteyan a li hemberî Kobanê bibîr xist ku zêdeyî 200 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bûn û got, "Hikûmeta AKP'ê ya ku bi rojan propaganda 'PYD ji DAIŞ'ê xeteretir e' kir û berhema mejiyê AKP'ê çeteyên DAIŞ'ê, êrîşî jin, zarok, extiyar hemû sivîlan dikin. Êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga li Amedê kê pêk anîbe, êrîşên li dijî Kobanê jî heman hêzan kirine. Em wan baş nas dikin. Lê belê berdêla wê çi dibe bila bibe gelê Kurd ê di herikîna dîrokê de serî netewand, wê ji niha û pê ve jî serî netewîne."

Piştî axaftinan, li ser jiyana Zîlan sînevîzyonek hat nîşandan. Di civînê de, malbata welatiyekî di êrîşa dawî ya li Kobanê de jiyana xwe ji dest da amade bû û ji malbatê re sersaxî hat xwestin.

Civîn bi berz kirina dirûşmên " Rêheval Zîlan nemire", "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Kobanê" bi dawî bû.

(zt/