Li Meksikayê di daraza mêran de biriyara sosret

11:27

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meksikayê jinekê bi hinceta 'eleqe' nîşanî hevserê xwe nedaye hate girtin.

Daraza pergala mêran li her deverên cîhanê de heman e. Daraza mêran ya ku li her derê ji bo mêran ceza dadixe, dema ku mijar dibe jin jî bi her awayî ceza bilind dike. Ji van mînakan yek jî li Meksikayê hate jiyîn. Li gorî nûçeya di Ajansa Jinan ya Nûçeyan Cimac Noticias ê di hefteya derbasbûyî de li bajarê Tampico yê girêdayî Tamaulipas ê jinek 21 salî bi hinceta ji ber eleqeya pêwîst nîşanî hevserê xwe neda di derbarê wê de biriyara girtinê hat dayîn.

Dema ku 400 peso (70) lîra cezayê pere li heman jinê hat birîn û ew pere neda piştî 12 seat di girtîgehê de ma serbest hate berdan.

(cm/zt/ch)