Valerie Amos: Ez ji kiryarên li Surî diqewimin şerm dikim
14:53
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Valerie Amos ya ku 5 salan di nava Koordinatoriya Alikariya Afet û Musteşariya Gişti ya Mirovî a Netewên Yekbûyî (NY) de cîh girt û niha veqetiyayî bertek nîşanî bêdengiya NY ya li hember kirinên li Suriyê diqewimin da û diyar kir ku ew ji rewşa heyî şerm dike.
Valerie Amos ya ku ji bo di şirketek taybet de bixebite ji NY veqetiya da zanîn ku NY bûyerên ku li Surî diqewime tenê temaşe dike. Valerie diyar kir ku di nava Konseya Ewlekariyê ya NY'ê nelihevkirina siyasî heye û wiha got: "Ev nelihevkirina heyî bu sedema şerê Surî û bi hêzkirina DAIŞ'ê. Ji ber ku me tu caran erkê baş ne anîn cih, bi rastî li ser navê civaka navnetewî ez hestên şerimkirinê dijîm." Valerie da zanîn ku piştî çeteyên DAIŞ'ê li her derê belav bû alîkariyên mirovahî jî hat rawestandin. Valerie got ku ji ber gelek herêmên ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de mabûn û alîkarî ne gihiştibû welatiyên heremê, koçberiya gel destpêkir.
'Li hember bêdengbûna NY bertek'
Valerie li hember bêdengiya NY'ê bertek nîşan da û got: "Em dibînin ku li Surî bi hezaran kes bi dorpêçkirinê re rû bi rû mane. Asayî ye, mirov naxwazin ji axa xwe veqetin lê alîkariyê mirovahî naghêje wan. Gel birçî dimînin û hinek ji wan jî ji birçînan dimirin. Zarok rewşê wan xirabe û nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûd bigrin. Em li cîhanek çawa dijîn, tiştên ku diqewimin hemû li ber çavan e û em temaşe dikin."
(rc-zt/ch)