Di Parlementoya Afganistanê de êrîşa bombeyî
11:45
Hezîran
22
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di parlamentoya Afganistanê de dema serokê parlametoyê diaxivî, teqîn çêbû.
Di nava parlamentoya Afganistanê de teqîn çêbû. Çapemeniya herêmî ragihand ku dengê sê teqînan hatiye bihîstin. Televîzyona parlamentoya Afganistanê salona paralmentoyê nîşan dide ku jê dûman û ax radibe. Teqîn dema ku serokê Meclîsê diaxivî pêk hat. Salona ku civînên parlamentoyê dihat kirin hatiye vala kirin.
Di derbarê kuştî û birîndaran de jî heta niha tû agahî nehatiye bi dest xistin.
(zt/ch)