Dêra ku rastî êrîşa nijadperestî hatibû ji îbadetê re vebû
11:19
Hezîran
22
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li NYA' yê dêra ku rastî êrîşa nîjadperestî hatibû û 9 reşik tê de hatibû qetilkirin piştî êrîşê cara yekem ji îbadetê re vebû.
Li Dêra Metodist Episkopal a Emanuel Afrika ya NYA yê ku rastî êrîşa nîjadperestî hatibû ji nû ve ji îbadetê re hate vekirin. Di serî de saziyên misilmanan, gelek saziyên sivîl jî bi awayek fermî êrîş weke çalakiyek "terorizm" ê nirxandin. Dêra li bajarê Charleston yê Başurê Carolina ye piştî "êrîşa nîjadperestî " ya ku tê de 9 reşik hatin qetilkirin ji îbadetê re vebû.
(zt/ch)