Ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 'Xelata Rûmetê ya Heta Dawiya Jiyanê' hat dayîn

13:50

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya li bajarê Glasgowê ya Skoçyayê "Xelata Rûmetê ya Heta Dawiya Jiyanê" da Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.

Xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya li bajarê Glasgowê ya Skoçyayê "Xelata Rûmetê ya Heta Dawiya Jiyanê" da Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Di merasîma xelatê ya li kampusa zanîngehê pêk hat de nivîskar James Kelman ê ji Zanîngeha Stratchlyde mezûn bûye, rêvebera Komeleya Xwendekaran Rosa Salih û sendîkavan Stephan Smellîe û gelek xwendekar amade bûn. Di merasîmê de têkoşîna polîtîk a 40 salan a Ocalan hat vegotin.

Ji 'Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî' Reîmar Heîder xelat li ser navê Ocalan wergirt. Reîder diyar kir ku ew li ser navê Ocalan bi rûmetdarî xelatê werdigire û wiha got: "Lê belê ew bi xwe ev 16 sal in li giravekê de girtî ye." Reîmar da zanîn ku Ocalan ji sala 1978'an û vir ve bênavber têdikoşe û wiha pê de çû: "Ew ne tenê fermandarekî gerîla ye. Di heman demê de bi pirtûkên xwe re ramangêrekî ku bi nêrînên xwe re tevkariyê li têkoşîna polîtîk dike ye. Mînaka vê ya berçav Rojava ye." Reîmar bal kişand ser modela xweseriya demokratîk a ku gelê kurd hewl dide li Rojhliata Navîn pêk bîne. Reîmar diyar kir ku ev têkoşîna çil sal in tê dayîn di heman demê de têkoşîna azadiya jinê jî zindî kiriye û ragihand ku ev têkoşîn bênavber dewam dike.

Reîmar bal kişand ser kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' û wiha berdewam kir: "Azadiya Ocalan di heman demê de demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn, kurd, komên etnîkî û olî ye. Heta niha 10 mîlyon 300 hezar îmze hatin komkirin, lê belê heta em bigihêjin armanca xwe em ê xebatên xwe dewam bikin."

Reîmar diyar kir ku xwendekarên zanîngehê heman xelat herî dawî di sala 1984'an de dane Nelson Mandela û wiha dawî li axaftina xwe: "Li Glasgowê kolana Nelson Mandela heye. Hêvîdar im em ê rojekê ji bo vekirina kolana Abdullah Ocalan careke din bên cem hev."

(zt)