Li NY'yê ji bo jinên Şengalê konferans hate li dar istin

11:08

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Netewên Yekbûyî ji bo jinên Şengalê bi sernava "Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye" konferans hate li darxistin. Di konferansê de biryar hate girtin ku di hemû welatan de ji bo jinên Şengalê kampanya dê were dest pê kirin.

Li Neteweyên Yekbûyî bi serenava, “Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovatiyê ye” li bajarê Cenevreyê konferansek hate lidarxistin. Di konferansa ku duh di navbera 16:00-17:30’î de pêk hat, bi sponsoriya Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ), Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzidî Bêrîvan û saziya jinan Femmes Solidaire ve hate lidarxistin. Nûnera Meclîsa Jinên Êzidî Leyla Boran a moderatoriya konferansê kir, di axaftina xwe de behsa dîroka qirkirina jinan kir. Boran got: '' Qirkirina jinan sûcekî mirovahiyê ye.''

Leyla diyar kir ku qirkirin li ser esasê cinsî tê kirin û got: “Ez wek keçeke Kurd a Êzidî dixwazim qirkirina 73. êdî bi dawî bibe û bilez ji bo rizgarkirina jinên Şengalê em bikevin nava tevgerê.”

Nûnera Komeleya Hiqûqnasên Demokrat a Navneteweyî Barbara Spînellî jî bal kişand ku li hember qirkirina jinan divê têkoşîneke stratejîk û demdirêj bê meşandin. Barbara Spînellî di têkoşîna li hember hovîtiya li dijî jinan pêk tê behsa girîngiya avakirina komunan û gihandina asta gerdûnî kir.

Nûnera CENÎ Canan Polat jî da xuyakirin ku piştî dagirkirina Şengalê di pêşengtiya CENÎ de kampanyaya bi navê azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye dane destpêkirin. Bi vê kampanyayê re delegasyon şandine Kurdistanê, amadekirina raporan, panel, semîner, civîn û konferansan li dar dixin. Canan di serî de rayedarên NY bang li saziyên jinan, rêxistinên civakên sîvîl kir û tevahî mirovatiyê kir ku di vê kampanyayê de cih bigirin.

Di encamnameya konferansê de biryar hat girtin ku ji bo kampanyaya azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye li tevahî welatan berdewam bike, semîner, panel û civînên xweser bên lidarxistin.

Her wiha biryara şandina delegasyonan ji bo Şengal û Rojava, ji bo rizgarkirina jinên Şengalî piştgiriya maddî û manewî, lidarxistina konferansan û avakirina komunan jî hat girtin.

(zt/ch)