Jina di cîhanê de herî bi temen jiyana xwe ji dest da

14:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jeralean Talley ya ku di tevahiya cîhanê de weke jina herî bi temen tê zanîn di 116 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Jeralean Talley ya ku dê piştî sê hefte yan 116 salî rojbûna wê hatiba pîrozkirin jiyana xwe ji dest da. Agahiya mirina wê di televizyona NBC ya Emerika yê de keça wê ya 77 salî da. Hat zanîn ku Jeralean Talley di mala xwe de razayîbû. Jeralean Talley ya ku di 23'ê yê sala 1899'an de li eyaleta Georgia ya Emerîkayê hatî dinê heya 104 saliyê lîstoka bowling ya ku herî jê hezdikir kêmnedikir.

Jeralean Talley ya ku bi xwe kincên xwe didiru ew di malê de 12 xwişk û bira bûn. Hevserê Jeralean yê 52 sala pêre jiyayî di sala 1988'an de di 95 saliyê de jiyana xwe ji dest da. Jeralean ya ku li New Yorkê dijî dê di 6'ê tîrmehê de ketibana 116 saliya xwe derbasî Susannah Jones bû. Jina duyem ya herî bi temen 115 salî Emma Morano Martinuzzi ya Îtalyane.

(zt)