Li Kanada yê pir zewacî hat qedexekirin

13:18

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kanadayê di zagona nû de pir zewacî hatiye qedexekirin ji bo jin û zarokên keç jî herêmên bi ewle tên amadekirin.

Wezîrê Dadê yê Kanada Peter MacKay li gel Wezîrê Hemwelatîbûn û Koçberiyê Chris Alexander bi daxuyaniyek hevpar bi Waliyê Giştiyê Kanadayê David Johnston li gel Qiraliçeya Zagonan ya II'emîn Elizabeth dan îmzakirin. Li gorî wê ji ber sedemên dînî û çandî pir zecaw li Kanadayê qedexe kirin. Li gorî Wezîrê Hemwelatîbûn û Koçberiyê yê Kanadayê koçberên ji derve bên ji divê li gorî zagonên welat bijîn ji bo wan jî pir zewacî nabe. Li gorî heman zagonê divê temenê zewacê herî biçuk ser 16 saliyê be, dema ku zarok bi zorê bên zewican din jî dê li gorî rêbazanê bên cezakirin.

Li gorî heman zagonê tê armanckirin ku li hember qetilkirinên jinan jî bê rawestan û yên van sucan dikin bên cezakirin. Dê jin û zarokên keç yên dibin tehdîdê de jî li cihên bi ewle bên bi cîh kirin heya doza wan bi encam dibin. Wezîrê Hemwelatîbûn û Koçberiyê yê Kanadayê Chris Alexander diyar kir ku li gel keda ew didin jî cardin jin rastî şidet û tacîzê tên.

(zt)