Leşkerên Ukrayna yê dayîk û keça wê qetilkirin

12:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Luganskoye yê herêma Donetsk ya Ukrayna yê leşkeran du jin bi hincetên cudaxwaziyê sucdar kirin, dan ber guleyan û qetilkirin.

Daxuyaniya ji Dozgeriya Herêma Donetsk hatî wihaye: "Hat tespîtkirin ku du jin dema di 15'ê Hezîranê roja yekşemê de diçun mala xwe ji aliyê leşkeran ve hatin gule barankirin. Jin bi hincetên cudaxwaziyê hatin sucdarkirin." Jinên hatin qetilkirin dayîka 77 salî û keça wê ya 45 saliye.

Dozgeriyê diyar kir ku sucdar hatine girtin. Yên jin qetilkirin du leşkerên Ukrayna yê yên temenê wan 23 û 25 salîne û sucê xwe îtiraf kirin.

(zt)