Li Meksika yê 'bajarê jinan' tê avakirin

11:26


JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meksika yê bingehê 'bajarê jinan' yê ku li Eyaleta Hidalgo dê bê avakirin hat danîn.

Li Meksika yê bingehê 'bajarê jinan' yê ku li Eyaleta Hidalgo dê bê avakirin hat danîn. Li gorî nûçeya rojnama El Occidental dê di roja sêşemê de bi merasîma bajarê 45 hezar û 500 metre kare yê ku ji 15 şaredariyan dê xizmeta 310 jinan bike. Tê pîlankirin ku di sala 2016'an de "bajarê jinan" bê çêkirin di heft bînayên tên çêkirin de dê di aliyê dawî anîna şideta ser jinan û hîn baştir bi tenduristî jiyan kirina jinan de xizmetê bike. Ji bo bajarê bê avakirin dê bi alîkariya hikumeta herêmî û saziyên navnetewî bi qasî 90 milyon peso (15 milyon û 940 hezar lîreyan) bê çêkirin.

(cm/zt)