Ser koçberên İtalya-Fransa yê şideta polîsan
13:00
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koçberên ku ji Îtalyayê hewildidin derbazî Fransa yê bibin li bajaroka Ventimiglia yê pênc rojin tên sekinandin û dest bi çalakiya runiştinê kirine rastî şideta polîsan hatin.
Ji ber talana şer ya Sudan û Eritre yê 200 koçberên ji bo ku li gel xizmên xwe bi cîh bibin ji Îtalya dixwazin derbazî Fransayê bibin lê ji aliyê polîsên Fransayê ve ser sînor tên asteng kirin. Ji ber ku destura derbasbûnê nadin koçberan dest bi çalakiya runiştinê kirine, koçberên ku dê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin kon vedane dibin konan de dimînin û çalakiya rê girtinê jî dikin û dovîzên weke "Em paşde naçin rê vekin" û "Pêdiviya me bi azadiyê heye" radikin. Hinek welatiyên Îtalyayê jî alîkarî dan çalakiyên wan.
Duh polîsên Îtalyan xwestin konên hatine vedan belav bikin, êrîşî koçberan kirin û ji bo bibin navenda girtinê bi zorê li wesayîtan siwar kirin. Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi got: "Ji bo koçberan pîlana me ya B heye." Mattea Renzi diyar kir ku divê qet koçber li Îtalyayê nemînin û hinek welatên dinê bigirin. Heya niha 57 hezar koçber derya derbaskirine û gihane Îtalyayê.
(cm/zt)