Li Arjantînê ' Şoreşa Jinê û Rojava' hate nîqaş kirin

16:02

JINHA

BUENOS AİRES - Li welatê Arjantîn ya Amerîkaya Latîn de li ser mijara ' Şoreşa Jinê û Rojava' panelek hate li dar xistin.

Li welatên Amerîkayê ya Latîn de her ku diçe eleqaya ku li hember jîyana jinên Kurd zêde dibe. Paytexta Buenos Aires ya Arjantînê de jî komek nûnerên rêxistinên sivîl û akademîsyen li ser mijara ' Şoreşa Jinê û Rojava' panelek li dar xistin. Di serî de Convergencia Socialista ( Yekîtiya Sosyalist) û gelek sazî û damezrenêrên Çepgir- Sosyalîst tevlî panelê bûn. Her wiha Dr. María Álvarez ya di êrîşên DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê pêk hat de alîkariya tendurîstî dikir, ji dayikên Plaza de Mayo Nora Cortiñas û aktivîstên jinên Kurd wek axaftvan tevlî panelê bûn.

' Jinên Kurd berxwedanek bêhempa dan'

Di panelêde bi giştî berxwedana ku YPG/YPJ li Rojava li hember çeteyên DAÎŞ'ê dane û bi taybetî jî YPJ û şoreşa jinê hate nîqaş kirin. Aktîvista jina Kurd axaftina xwe bi bîranîna jinên ku di berxwedana azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir û hemû kesên beşdarvan silav kir. Aktîvist destnîşan kir ku jinên Kurd heta niha pir êş kişandine û pir bedel dane û got: '' Lê li hember hemû zehmetiyan jinên Kurd berxwedanek bêhempa ku tû kesî hêvî nedikir pêk anî.''


Aktîvista jina Kurd anî ziman ku hêvî û daxwazên jinê bi paradîgmaya Serokê PKK'ê Ebdullah Ocalan zindî bûye û axaftina xwe wiha domand: '' li hember têkoşîna jinê zîhnîyeta dagirkeran ya 5 hezar salan dê hilweşe. Jinên Kurd niha xwe li çar perçê Kurdîstanê û li Rojhilata Navîn bi rêxistin dikin û her tiştî bi stratejiya Kurdîstana azad, li ser esasên paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û cînsîyeta wekhev û azad ava dikin.''

' Berxwedana jinê dê gelê Kurd azad bike'

Dr. María Álvarez jî di panelê de axivî û bal kişand ku di bingeha şoreşa Rojava de têkoşîna jinê heye û berxwedana ku li Kurdîstanê berdewam dike dîsa bi pêşengtiya jinê ye. Dr. María destnîşan kir ku berxwedana jinê dê gelê Kurd jî ber bi azadiyê ve bibe. Her wiha di panelê de kampanyaya ku li Amerîkaya Latîn de ji bo azadiya girtiya sîyasî ya Îranê Zeynep Celaliyan destpêkiribû hate nîrxandin.

Piştî axaftin û nîrxandinan panel bi dawî bû.

(ch)