Parlementera Syriza: HDP hêviyê dide
11:23
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera Syriza yê Sia Anagnostopoulou bi minetdarî serkeftina HDP'ê pêşewazî kir û anî ziman ku HDP tenê ne ji bo Tirkiyê ji bo hemû herêmê hêviyê dide.
Parlementera Syriza yê Sia Anagnostopoulou serkeftina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê pîroz kir û diyar kir ku ew ji bo serketina HDP'ê gelek şanaz bûye. Sia bilêv kir ku HDP'ê serketinek gelek mezin bi dest xistiye û got: "Serokomar Erdogan bi êrîşên xwe yên ser HDP'ê û li gelek bajaran êrîşên cuda bi karanîn, bi van êrîşên xwe HDP da zorê. Lê li gel van hemû êrîşan jî gelên Tirkiyê tercîha xwe ya li gel HDP'ê diyar kirin. HDP êdî ne partiya kurdane ew êdî partiya gelên li Tirkiyê ye."
'Bend derbaskirina HDP'ê ji bo hemû herêmê hêviyê dide'
Sia polîtîkaya HDP'ê ya jinan û LGBTÎ yan nirxand û got: "HDP'ê bi nûneriya xwe ya wekhev gelek namzetên jin nîşan dan. Di heman demê de nîşandana namzetên ji LGBTÎ yan di siyasetê de rê li ber nirxandinan vekir. Li gel vê jî pir beşdariya jinan di nava HDP'ê de ne tenê li Tirkiyê di medyaya civakî de li tevahî Rojhilata Navîn eleqeyek mezin heye. Bi tayîbetî jî di civaka misilman de ev gelek giringe. Di heman demê de weke Syriza jî Partiyek weke HDP nêzî Yunanistanê ji bo gelên herêmê hemûyan hêviyek mezine. Em ji bo avakirina şoreşek wiha gelek şanazin."
'Di meclisê de nûneriya cudahî kirinan giringe'
Sia anî ziman ku di nava Yunan û Tirkiyê de ciwaziyek mezin heye û wiha dom kir: "Tekoşîna HDP û Syrizya yê ne tenê li hember neoliberalan e, ev tikoşîn ji bo rizgariya hemû civakê ye. Civaka Tirkiyê û Yunanistanê ji aliyê deshilatiya olorîter ve tê perçiqandin. Dibe ku pirsgirêka Tirkiye û Yunanistanê ne heman be lê di aliyê rizgariyê de hemane. Li Tirkiyê ji bo ermen, roman, hevzayend, jinan û koçberan siyaset kirin giringe."
(cm/zt)