Ji parlementera Îzlandayî pêşiniyara 'Bila jin welat bi rêve bibin'

11:09

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Îzlandayî Ragnheidur Ríkhardsdóttir pêşniyar kir ku du salan bi tenê jin parlamenter bin û welêt birêve bibin. Pêşniyara Ragnhei?ur Ríkhar?sdóttir ji aliyê meclîsê ve bi îdîaya, wê rê li ber "newekheviyê" veke hat redkirin.

Ji bo newekheviya di navbera jin û mêr de ji holê rake parlamentera Îzlandayî Ragnheidur Ríkhardsdóttir pêşniyar kir ku 2 salan bi tenê jin parlamenter bin û welêt bi rêve bibin. Li Îzlandaya 930 salan bi tenê mêr lê parlamenter bûn û jinan di sala 1923'an de mafê were hilbijartin bi dest xistin, pêşniyar hat kirin ku di navbera salên 2017-2019'an de parlamenterên wê bi tenê jin bin. Lê belê mêrên li meclîsê bi erênî nêzî vê pêşniyara parlamenter Ragnheidur Ríkhardsdóttir nebûn.

Parlamenter Ragnhei?ur Ríkhar?sdóttir diyar kir ku piştî tecrûbeya du salan wê xebatên hatine meşandin bê nirxandin û bi vî rengî were dîtin ku jinan welat baş bi rêve birine yan na. Lê ev pêşniyara parlamenter Ragnheidur Ríkhardsdóttir li Parlamenta Îzlandayê bi îdîaya, wê rê li ber 'newekheviyê' veke, hat redkirin.

Îzlanda yekem welatê cîhanê ye ku bi piraniya dengan ji bo serokdewletiyê jinek hilbijartiye.

(zt)