Ada Colau despêkê muçeyê xwe kêm kir û wesayîta giran îptal kir
12:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Barselona yê yekem şaredara jin Ada Colau weke karê xwe yê despêkê muçeyê rêveberiya şaredariyê kêm kir, wesayîta giran îptal kir, muçeyê av û elektirukê kêm kir. Ada da zanîn ku divê di siyasetê de nûneriya jinan zêde bibe.
Di hefteya derbasbûyî de li Îspanyayê di hilbijartinên herêmî de ji dengê 35 milyonan yên hilbijêran Ada Calau mafê yekem jina şaredar li Barselona yê bi dest xist. Ada yek ji avakarên PAH (Platforma Mexdurên Îpotek) ê li Îspanya yê ji ber qirîza malî ji malên xwe derketine û platforma rêxistina cewherî despêkirine. PAH alîkariya yên ji malên xwe derdikevin alîkariya hiquqî û derunî dikin.
'Hikumeta bajar kilîta şoreşê ye'
Ada di serî de muçeyê xwe û hemû xebatkarên şaredariyê kêm kiriye. Ada dê yekem car li 24 bajarên Barselona ya bêkarî lê pire dê îstihdama kar zêde bike û muçeyên av û elektirîkê kêm bike. Ada ya ku di bernama Democracy Now Radyo yê de axivî got: "Deshilata siyasî diziyê dike û hevkariya deshilatiya siyasî hatiye çêkirin."
'Em di nava civakek zayendperest de dijîn'
Ada giringiya weke jinek yekem car li Barselonayê bûyîna şaredar wiha nirxand: "Bi rastî jî giringe ji ber nîvê şêniyê jinin. Bi gotinî 40 salin demokrasî heye, lê ez weke yekem jina şaredar hatina hilbijartin bi giştî der ramanî didîtin. Ev ne normale, ji ber me jinan ev bajar avakiriye û em niha di nava bajar de dibin aktorek sereke û di nava mekanîzmayên biriyardariyê de cîh digirin. Ev ne tenê li Barselona û Îspanyayê heye pirsgirêkek gerduniye. Lê niha di mijara qazancên mafê xwe de bi saya tekoşna xwe em agahiyên giring digirin."
'Divê nûneriya jinan zêde bibe'
Ada anî ziman ku divê nûneriya jinan zêde bibe û wiha berdewam kir: "Divê jin di mekanîzmayên biriyardariyê de cîh bigirin. Li hevkirin ji reqabetê hîn zêdetir bi bandore û polîtîkaya nûneriya wekhev ji nêrîna kesanî zêdetir bi bandore. Em weke jin dikarin vê siyasetê pêşbixin, ne tenê jinan mêran jî bêxin nava vê nûneriyê.
(zt)