Li Misrê 15 meh ceza hat dayîna Parêzer Mahinur El Masri!

12:26

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Misrê Parêzvana Mafê Mirovan Parêzer Mahinur El Masri hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê danê.

Li Misrê piştî darba leşekrî bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bê hijmar mirov hatin girtin. Parêzvana Mafê Mirovan Parêzer Mahinur El Masri jî bi hinceta "Êrîşî emniyetê kiriye" hat girtin. Dema ku Mahinur diçe hevdîtina hempîşeyek xwe ji aliyê Navenda Emniyeta El Rami ya Îskenderiye ve hat girtin.

Di 11'ê Sibata sala 2011'an de beriya şoreşa Misrê li Tosonê Husnu Mubarek ji aliyê rejîmê ve ji mala wî hat derxistin. Mahinur wê demê di parastina malbat û taxên Toson ê de cîh digirt. Mahinur di bûyerên Meydana Tahrirê yên sala 2011'an de aktîvîst diparast. Di demên dawiyê de Mahinur bi hincetên "Aligira Morsi" ye, ji ber yên ji Misrê dihatin dersînor kirin, koçber û mexdurên şer yên Suriyê diparast hat ceza kirin. Mahinur di Cotmeha sala 2014'an de Xelata Mafê Mirovan ya Ludovic-Trarieux girtiye.

(cm/zt)