Rejîma İran ê 12 sal û 9 meh ceza da Hunermend Atena Farghadani yê

11:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Atena Farghadani ji bo ku bertek nîşanî di welidandina zarokan de ne xwedî mafê gotinê bûna jinan bide karîkator xêz kir ji aliyê Rejîma Îranê ve hat girtin, 12 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hati birîn.


Li Îranê di welidandina zarokan de jin ne xwediyê mafê gotinê ne, ji bo ku Hunermend Atena Farghadani yê 28 salî vê rewşê rexne bike bi mijara "Jin vegerandine mekîna welidandinê" karîkator xêz kiriye di serdegirtina malan ya Muhafîzên Şoreşpê ya di Tebasa sala 2014'an de hat girtin. Atena ya ku di yek ji girîgehên Îranê yên bi îskenca xwe tê nasîn Girtîgeha Evîn de berxwedana xwe berdewam dike. Atena di girtîgehê de jî ser berdeqên kaxez bi dizî ji bo hevalên xwe wêne xêz dike. Ji ber ku Atena karê xwe yê hunera wêneyan berdewam dike ji aliyê gardiyanan ve rastî îskencê tê.

Di çileya sala 2014'an de Atena hat berdan. Ji ber ku bi daxuyaniyek çapemeniyê îskenceya li ser hatî kirin da raya giştî carekdinê hat girtin. Atena di 19'ê gulanê de derxistin dadgehê duh dadgeha wê bi dawî bû. Dadgeha Şoreşê ya Îranê di derbarê Atena de bi hincetên "bi wêneyan bêmafî li endamên parlementoyê û rêberên olî kiriye" sucdar kirin, 12 sal û 9 meh ceza yê girktîgehê lê birîn.

(cm/zt)