Li Çînê keştiyek binavbû: herî kêm 440 kes windane
12:11
Hezîran
2
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li başûrê Çînê keştiyek rêwiyan ku zêdeyî 450 kes lê siwar bûn loqê avê bû.
Keştiyek rêwiyan ku ji rojavayê Çînê ber bi navenda welat ve diçû loqî avê bû. Hate zanîn ku li ser gemiyê 450 kes hebûn. Hat ragîhand ku heta niha 8 rêwî hatine rizgarkirin û xebatên lêgerînê hîn berdewamin. Hate gotin ku ji siwarên gemiyê 405 rêwiyên çînî bûn, 5 karmenên şirketeke turîzmê û 47 xebatkarên gemiyê bûn.
Li gor agahiyên hatine dayîn ji ber bahoz û baranê tîmên rizgarkirinê zehmetiyan dikşînin.
(zt)