Li Suudiyê ji ber li bazarê destê jinek xûya kiriye ew ji navenda bazarê qewitandin

12:52

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Suudî Arabîstanê jinek çarçefkirî çû bazarekî, lê ji ber ku destê wê hatiye xûya kirin ji bazarê hat qewitandin.

Li bajarê Haîl a Suudî Arabîstanê jinek çarçefkirî dema ku diçe bazarê ji ber ku lepik ne xistiye destê xwe, ji aliyê polîsan ve rastî heqeretê tê û piştre ji bazarê tê qewitandin. Li gorî dîmenên ku bi telefonê veşartî hatiye kêşan, jina ku ji serî heya piyê xwe bi çarçefê reş xwe pêçaye, polîs dema ku ferq dikin destê wê taziye li ser wê qîrdikin û dibêjin "Biçe ji vêderê...Yek gotinê jî neke.....Here lepik bixe destê xwe..." û bi vî awayî ew ji bazarê diqewitînin.