Ji ber germahiya zêde li Hîndîstanê herî kêm 500 kes jiyana xwe ji dest da
12:20
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hîndîstanê ji ber germahiya ku gihêştiye 48 derce ji meha Nîsanê û virde herî kêm 500 kes jiyana xwe ji dest da.
Ji ber germahiya zêde li Hîndîstanê can bir. Li Uttar Pradeş a bajarê Allahadab dereceya germahiyê gihêşt 48'ê û li bajarê Delhî jî dereceya germahiyê gihêşte 44'ê. Eyeleta ku herî zêde ji germahiyê bandor buye di hefteya dawiyê de nêzî 246 kes jiyana xwe ji dest daye Andra Pradeşe. Berpirsê îdareya navendî ya eyaletê Tulsî Ranî got: "Kesên ku jiyana xwe ji dest dane piraniya wan çînê karker û kesên ku temenê wan ser 50'î saliye."
Rêvebirê eyaleta navendî a Kalkûta yê anî ziman ku di encama germahiyê zêde de qeza jî çêdibin ji ber vê yekê ew di saetên germahiyê de derketina wesayîtan qedexe kirine. Li gorî agahiyên daîreya Meteorolojî yê dê heya çend roj ev germahî bidome.
(rc)