Jinên Barselonayê li hember sazumaniya kaputalîzmê di çalakiyan denin
13:17
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Barselonayê li hember sazumaniya kaputalîzmê ya ku jinan weke objeyek zayendî dibînin çalakî kirin û camên dikanên ku derê xwe negirtin bi rengê xemir boya kirin. Her wiha jinên di çalakiyê de banga boykota kirîn û firotinê li hemû jinan kirin.
Li Katalanê ji 600 rêxistinan jin hatine bahev ji adara sala 2014'an heya niha li hember sazumaniya kaputalîst ya ku jinan rol ser jinan disebîne bi navê Vega de Toset (Her tişt ji bo grevê) çalakiyan lidardixin. Jinên Vaga de Totes banga rojekê pere xercnekirinê kirin. Di çalakiya duh de jinan unîformê mitfaxê kirin panqart li Barselonê rê ji trafîqê re girtin. Her wiha jin li ber dikanên luks runiştin li ser rêya giştî çalakî kirin.
Dikanên ku derê xwe negirtin bi rengê xemir boya kirin
Jinan dema ku duruşma "Manolo îro dê ji bo xwe xwarina êvarê amadebike" diqêriyan di wê navberê de dikanên ku derê xwe negirtin bi rengê xemir boya kirin. Jinan ser camên dikanên ku "tindiya estetîk" ser jinan dikin duruşmên li dijî wan nivîsîn.
Banga ji bo boyîkota kirîn û firotinê
Endama Vaga de Toset Julia di çalakiyê de wiha axivî: "Hişmendiya weke tenê mêr dikarin bikevin girevê hatiye çêkirin. Lê em weke jin hemû jinan vedixînin gireva li hember sazumaniya kaputalîst. Divê jin li hember hişmendiya mêran bertekên xwe danin holê."
(cm/zt)