Di doza Ferhunde de hûkmê bi 'sembol'!

13:27

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê doza Ferhunde ya ku li Afganîstanê ji aliyê mêran ve hatibû lênç kirin û qetil kirin de, 19 polîs di navde 49 kes hatibun binçav kirin, di encama dozê de 8 polîs hatin berdan. Jinan bertek nîşandan û gotin: "Ev biryar hûkmeke sembolîke."

Doza Ferhunde a ku bi îdiaya Kurana- Kerîm şewitandiye û ji aliyê mêran ve li Paytexta Kabîl a Afganistanê hat lînçkirin û qetil kirin bi dawî bû. Di çerçoveya dozê de 19 polîs di navde 49 kes hatibûn binçavkirin. Ji 49 kesên hatibûn girtin, ji 4 kesan re cezayê îdamê, ji 18'e kesan re her yek ji wan 16'e sal cezayê girtîgehê hat birîn û ji 19'e polîsan re jî bi hinceta 'erka xwe bi cih ne anîne' her yek ji wan salek cezayê girtîgehê hat dayîn. Dadgeha ji 18 kesên eleqedarê qetilamê re biryara beraatê da û 8 polîsan re jî bi hinceta ku 'delîl tune ye' serbest berdan.

'Mirovên şaş anîn dadgehê'

Biryara dadgehê ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hat şermezar kirin. Parazvanê Mafê Jin û Parlementera Afganîstanê Ferhunde Zehra Naderî got: "Ev biryar hûkmeke sembolîke. Kesên şaş anîn pêşbirê dadgehê. Pêwîstbu berpirsê polîsên Kabîlê hatiba darizandin". Ferhunde Zehra Naderî destnîşan kir ku, polîsên ku hatine berdan têkiliya wan bi serokê Afganistanê û serokên Holdingan re heye.

Jin li hember biryara bertek nîşan dide

Jinên Afganê ên ku biryarê dadgehê dişopandin jî bertekên xwe nîşan dan. Leyla Ayubî a 23'ê salî ku beşa mamostetiyê dixwîne wiha got: "Biryar ne dadgeh polîs dane. Ji vê dadgehê re mudaxeleyek siyasî heye. Ne adîle" Şafîka a xwendevan jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Cezayê polîsan herî kêm pêwîstbû 3'ê sal hatibana girtin. Pêwîste jin erka parastinê bigrin ser milê xwe. Xwedê bela xwe li wan polîsên ku kuştina jina bê guneh temaşe kirine bide".

(rc)