Jinên Arjantînê ji bo Zeynep Celaliyan meşiyan
16:12
JINHA
ARJNTÎN – Jinên Arjantînê ji bo Zeynep Celaliyan û şermezarkirina helwesta dewleta Îranê meşeşiyan.
Ji bo girtiya siyasî Zeynep Celaliyan pêştgiriyek mezin ji Amerîka hat. Jinên Arjantînî ji bo Zeynep Celaliyan a ku di sala 2008’an ve ji aliyê rejîma Îranê bi tewambara endama Partiya Jiyana Azad Kurdistan (PJAK) ê ye hati bû girtin û di 14 Çila 2009’an de ji aliyê Dadgehê ve bi rûniştinek 7 deqeyanb ve cezayê heta hetayî ser hat sepandin, meşiyan. Jinên Arjatînê ji bo Zeynep Celaliyan li bajarê Buenos Aîres meşiyan. Meşa ji aliyê Komîteya Pişgiriya Kurdistan û Amerîkaya Latîn ve hat organîzekirin de Îzqûierda Socîalîsta (Partiya Çep), Dayîkên Plaza de Mayo, Convergencia Socialîsta (Yekîtiya Sosyalîst), Jıventûd Guevarîsto (Ciwanên Guwera) û gelek sazî û kes beşdar bû. Dîsan bijîşka ku di şerê Kobanê de derbazî Kobanê biyî û birîndar derman dikir Dr. Marîa Alvarez jî tevlî meşê bû. Meşa çalakvanan heta ber bi Kolostiya giştî ya Îran’ê domand û li wê siyaseta dewleta Îran’ê ya li dijî gelan bi tûndî hate şermezar kirin. Di meşê de alên KJAR û dovîzên ku azadiya dîlên siyasî xwestin hatin hilgirtin. Di meşê de Ferînaz Xosrewani ya ku ji bo xwe ji tecawîzkarên îstihbarata dewleta Îaranê biparêze xwe ji otela ku têde dixebitî avêtî û jiyana xwe ji dest dayî jî nehat ji bîr kirin.
Çalakî bi axaftinên li dijî dewleta Îranê ku ji aliyê sazî û Dayîkên Plaza de Mayo ve hatin kirin bi dawî bû.
(zt)