Aruna ya ku ji ber tecawîzê 42 salan di komayê de mayî jiyana xwe ji dest da
13:36
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Mumbai yê Hindistanê Aruna Şanbaug ya ku hatî tecawîzkirin û ji ber darbeyên giran 42 salan di komayê de mayî ji ber zatorebûnê jiyana xwe ji dest da.
Li Hindistanê ya ku her dem bi nûçeyên tacîz û tecawîzê di rojevê de ye Aruna Şanbaug ya ku berî 42 salan hatî tecawîzkirin û ji ber darbeyên giran ji wê rojê heya niha di komayê de tê girtin ji ber zaturebûnê jiyana xwe ji dest da. Girêdayî rewşa hemşîre Aruna Şanbaug ya ku dema rastî tecawîzê hatî 25 salî daxuyanî dan û diyar kirin ku Aruna ya 67 salî berî çend rojan ji ber enfeksiyona cigera reş ew girtine nexweşxanê lê nekarîn hempîşeya xwe rizgar bikin û wê jiyana xwe ji dest da.
Hempîşeya wan berî 42 salan bi hêviyekê dest bi kar kir
Aruna Şanbaug ya ku di sala 1970'an de li bajarê Mumbai yê Herêma Karnata ya King Edward Menorial a Hindistanê dest bi xebatê kirî di 27'ê mijdara sala 1973'an de rastî êrîşa karkerê paqirjiyê Sohanlal Bhartia Valmiki hat, bi zincîran lêxist, tecawîz kir û ji mirinê re hêla. Ji wê rojê heya niha Aruna ji aliyê hemşîreyên nexweşxanê ve tê tedawîkirin. Her dem hempîşeyên wê bi çavê dê baş bibe li wê nêrîne û wê xwedî kirine.
Tecawîzkar 7 sal raza û derket
Li aliyê dinê êrîşkar Shanlala Bhartia Valmiki ji ber tecawîz weke suc nedîtiye di salên 1973'an de bi sucên dizî û cînayetan ket girtîgehê û piştî 7 salan serbest hat berdan.
(zt)