Dê jinên Arjantinê li hember qirkirinên jinan bimeşin
13:53
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Arjantînê jinan li hember qirkirinên ser jinan berdewam dike serhildanê dikin û di 3'ê yê Hezîranê de amadekariyên meşek mezin dikin. Piştî di 11'ê gulanê de qetilkirina zaroka 14 salî Chiara Paez di medyayda civakî de kampanya hatiyek despêkirin û jinan banga meşê li her kesê kirin.
Weke her derê li Arjantînê jî jin bi destê mêran tên qetilkirin. Li Arjantîna ku di her 31 saetan de jinek tê qetilkirin, di 11'ê gulanê de jî zaroka 14 salî Chiara Paez di mala hevalê xwe de mirî hat dîtin. Hevalê Chiara Manuel yê ku îtirafkir hevala xwe qetilkiriye hat binçavkirin. Bavê Chiara diyar kir ku Manuel bi tenê ew bûyer nekiriye, ser gotina wî çar xizmên Manuel yên dinê jî hatin girtin.
Jinan banga meşa mezin kirin
Piştî bûyerê jinên Arjantînê bûyer şermezar kirin. Jinan bi navnîşana #NiUnaMenos ser medyaya civakî kampanyaya li hember qirkirinên jinan dane despêkirin. Jinên Arjantînê diyar kirin ku di sala 2009'an de li hember qirkirinên jinan zagon hatin li darxistin lê ew zagon neketine meryetê. Jinan danzanîn ku herger hijmara jinên tên qetilkirin bi awayê heyî bê dayîna çapemeniyê dê zêdetir erjeng derkeve.
'Medya qirkirinan rewa dike'
Li gorî Mala Çavdêriya Qrikirinên jinan ya Arjantînê La Casa de Encuentro yê di her 31 saetan de jinek tê qetilkirin. Mala Çavdêriyê da zanîn ku çapemeniya Arjantînê bûyerên qirkirinên jinan weke "cînayetên eşqê" didin. Her wiha li gorî Mala Çavdêriyê li gorî nûçeyên di sala 2014'an de di çapemeniyê de derketîn 277 jin hatine qetilkirin.
(cm/zt)